Çand_û_Hûner
Ziyaretvanên TEKNOFEST ê ji 1 mîlyonî derbas bû
PeyamaKurd- Festîwala TEKNOFEST ê ya Îstenbolê ya karên hewayî û teknolojiyê di 5 rojan de jimara kesên ku seredana wê kirine, gihaye 1 mîlyon û 20 hezarî. Festîwal bi hevkariya Weqfa teknolojiyê ya Tirkiyê (Weqfa T3) û wezareta Sanayî û Teknolojiyê ya Tirkiyê de hat amadekirin. Di welat de gelek şîrket û rêxistin destekê dan festîwalê.
Sala borî jimara kesên ku seredana festîwalê kirine, li dora 500 hezariye lê îsal heya îro bû 2 qat.
Di festîwalê de berhemên teknolojîk yên fîrma û welatên xwe didin naskirin û her welat alavên xwe yên nû xistine pêşengeha festîwalê. Heya roja dawiya festîwalê dibe ku ev reqema mirovan ku seredana wê bikin, dê bigihê 1.5 mîlyonî.