TR KU SO
FB X
Cîhan

1 mîlyon û 400 hezar doz asiya BioNTechê giha Tirkiyê

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2021 02:35

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca ragihand ku 1 mîlyon û 400 hezar dozên aşiya BioNTechê gihaye Tirkiyê. Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de li ser bidestxistina derziya Kovid-19 ê ragihandinan kir. Koca weha ragihand:

“ Derziya BioNTech ê hefteya borî bo test bêkirin  5.800 doz gihîşt welatê me. Me duhî jî 750 hezar doz teslîm sitend. Ji bilî pêvajoya testan û lêkolîna xebatên klînîk cara yekem derziyên BioNTechê hat welatê me. Testên ewlehyê tên kirin û di hefteya pêşiya me de hemwelatiyên ku dora wan werin, dê bên aşikirin.

Îro jî di ser 700 hezar doz aşiyên BioNTechê gihan Tirkiyê. Di encamê de niha li dora 1 mîlyon û 400 hezar doz aşi di destê me de ye. Wê ev derzî cara yekem li welatê me bêbikaranîn. Her navendên me yên karibin aşiyê biparêzin, dê li wan navendan aşi bênkirin.”

Parve bike: