TR KU SO
FB X
Cîhan

12 leşkerên Sûriyê di êrîşekê de birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 19 hezîran 2026 19:03

PeyamaKurd - Cîgirê Parêgarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Ehmed El-Hîlalî da xuyakirin ku di êrîşa doh 18ê Hezîranê ya li ser rêya Til Temir – Serêkaniyê ku li dijî artêşa Sûriyê pêk hat de, 12 leşker birîndar bûne.

Ehmed El-Hîlalî eşkere kir ku hin endamên firqeya 60 a ku li parêzgeha Hesekê cihê xwe digire, rastî kemînekê hatin û 12 ji wan birîndar bûn.

El-Hîlalî diyar kir ku birînên wan endaman di navbera sivik û navend de ne û aliyên peywendîdar dest bi lêkolînan li ser êrîşê kirine.

Li gorî El-Hîlalî, aliyên leşkerî û ewlehî dê kar bikin ji bo bicihanîna ewlehiyê li parêzgehê da ku karên terorî yên bi vî rengî dubare nebin.

Hêjayî gotinê ye, heta niha tu aliyan ew êrîş li xwe negirtiye. 

Parve bike: