198 nivîskar û rewsenbîr, li dijî Doza Geziyê nerazîbûn nîsan da
PeyamaKurd-198 nivîskar û wêjevanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di nav wan de nivîskarên Kurd jî hene, li dijî biryara Doza Geziyê daxuyaniyeke nerazîbûnê nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘Ev siza ji bo me hemûyan hatiye dayîn.’
Di daxuyaniya nivîskî ya nivîskar û wêjevanan de hat ragihandin ku ew wekî rewşenbîr, li dijî bêhiqûqî, pêkutî û zilmê derdikevin û ji bo rizgariya ji vê rewşê jî dengên xwe tevlî dengên berxwedanê dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ew tiştê ku tê xwestin were mehkûmkirin, pêşeroja welatiyan e û ew jî ji ber vê yekê nerazîbûna xwe ya demokratîk a azadîxwaz nîşan didin. Di daxuyaniyê de bang li rayedaran jî hat kirin û hat gotin ku “Em wekî wêjevanên vî welatî, li wê derê bûn, em hîn jî li wê derê ne û em wisa dihizirin ku ev siza ji bo me hemûyan hatiye dayîn.”
Daxuyanî bi destnîşana 198 nivîskar, wêjevan û rewenbîran hat weşandin.