Cîhan
2 leskerên Iraqê hatin kustin
PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Anbarê li navçeya Qaîmê, erebeyeka tije teqemenî danîbûn kenarê rê. Paşî ew erebe hat teqandin û di encamê de 2 leşker mirin. Ragihandina bûyerê ji aliyê tora medyayê ya wezareta bergiriyê ya Iraqê de hat kirin.
Di beyana wezaretê de leşkerên ku dewriye digeriyan, ji erebê şubhe kirin û xwestin li erebê binêrin bê bo çi li wê derê ye. Di wê wextê de erebe hat teqandin û 2 leşker mirin. Erebe di dûr de bi cihaza kontrolê hat teqandin. Li ser bûyerê lêpirsîna bûyerê hat destpêkirin.
Wezaret kemîna erebeya bi teqemenî dixe sitûyê DEAŞ ê.