TR KU SO
FB X
Cîhan

2 serbazên rûsî li Derayê hatin kustin

📅 23 berfanbar 2019 17:25

PeyamaKurd - 2 serbazên rûsî li parêzgeha Der'a li başûrê Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Komeleya Ehrar Horan ragihand ku, li bajarê Newa ya Parêzgeha Derayê 2 serbazên rûsî ji aliyê hin kes anjî kesên nenas ve hatin gulebarankirin.

Wê saziyê diyar kir, dema ew her du serbazên rûsî li xala kontrole ya Ebo Xişê ya bajarê Newa bûn, 2 kesên li motosîklekê siwar bûbûn bi çekan êrîşî wan kir û di encamê de her du serbazên rûsî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê bi demekê, rêxistina terorê DAIŞê berpirsatiya kuştina herdu serbazan li xwe girt.

Heya niha Rûsyayê derbarê vê êrîşa li ser serbazn xwe tu daxuyanî nedaye.

Parve bike: