TR KU SO
FB X
Cîhan

2 serkirdeyên rêxistinan yên ‘Redkitler’ û ‘Erdoğan Aykut’ teslîmê Tirkiyê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 13 tebax 2026 15:15

PeyamaKurd – Wezareta nav xwe ya Tirkiyê ragihand ku 2 kesên bi bultena sor li wan digeriyan û serokên 2 rêxistinên sûcên adî ne, dewleta Gurcistan wan teslîmê Tirkiyê kiriye.

Her dû kesên ku Tirkiye bi ‘Bultena Sor’ li wan digeriya, serpereştê rêxistina ‘Redkitler’ Ferhat Delen û serpereştê rêxistina ‘Erdoğan Aykut’, Erdoğan Aykut e û wan di deriyê sînor yê Sarpê de îadeyê Tirkiyê kirine.

Ferhat Delen bi sedema kuştina mirovan ya bi zanîn û avakirina rêxistina sûcan bi ‘Bultena Sor’ lê digeriyan. Erdoğan Aykut jî bi sedema yaxma bi çekan û ji diziyê lê digeriyan.

Operasyona îadeyê bi koordinasyona asayîşa giştî ya Tirkiyê, wezareta dadê û wezareta karên derve hat kirin. Sûcên ku bi bal wan ve didin; ji bo Ferhat Delen:

Kuştina bi qesdî, avakirina rêxistina sûcan, kirîna fişekên çekan û gerandina çeken bê rûxset ya li serxwe ne.

Erdoğan Aykut: Yaxmakirina bi çekan, derxistina kesên welatî û biyaniyan ya ji bo derveyê welat û kirina diziyê.

Parve bike: