TR KU SO
FB X
Cîhan

20 Hezîranê bû roja penaberên cîhanê

Admin L
Nivîskar
📅 20 hezîran 2020 18:27

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî 20 Hezîranê wek Roja Penaberên Cîhanê ragihand.

Komisyarê Ajansa Penaberan ê NYê Filipo Grandy diyar dike, “Ji 79 milyon û 500 hezar penaber û koçberên cîhanê ji sedî 68 wan li 5 welatên cîhanê ne. Miyanmar, Afxanistan, Sûriye, Sûdana Başûr û Venezuelayê.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, di demekê de, hejmara penaberan û koçberan di dawiya sala 2018ê de nêzîkî 71 milyon kesî bû, piraniya wan jî ji welatên hejar bûn, û di 2017ê de jî nêzîka 68 milyon kes bûn.

13 milyon kes koçber û penaberên Sûriyê, beşeke berçav in ku ji welatê xwe reviyane. Tenê li Lubnanê nêzîkî yek milyon û 500 hezar penaberên Sûriye hene.

Parve bike: