Cîhan
20 zîndanî ji zîndanê reviyan
PeyamaKurd- Li Îranê li eyaleya Lorîstanê 20 kesên zîndanî ji zîndanê reviyan. Li gor ragihandina tv ya dewletê ya Îranê li bajarê navendî yê Lorîstanê ji Hurremabadê ji zindana Parsîlonê, li dora esrê 20 kes ji zîndanê reviyan.
Heya niha ji karbidestan ti agahî nehatiye belavkirin lê hêzên asayîşê li dora zîndanê tedbîrên ewlehiyê girtine û dibêjin kontrol di destê asayîşê de ye. Polîs çûn û hata nava bajêr xistiye bin kontrola xwe.
Bi sedema koronavîrusê heya niha li Îranê 85 hezar zîndanî hatine berdan û tê gotin ku Hamaney duhî biryara efûya 10 hezar kesî dabû. Lê di mijara firarkirina 20 zîndaniyan de nehat ragihandin bê 20 kes ketine destê hêzên asayîşê an na.