Cîhan
200 xanî bi temamî sewitîn
PeyamaKurd- Li gor ragihandina malpera Peru Noticiasê; li welatê Perûyê, li herêma Callao ya behrê ya payîtexta Perû, Lîmayê, bi sedemeka ku nayê zanîn şewat derket. Agir di demeke kurt de belav bû û ket nava xaniyan. Tîmên îtfaiyê û yên rizgarkirinê hatin şandin bo ciyê bûyerê û piştî 4 sietan karibûn agir kontrol bikin.
Rêvebirê beşa îtfaiyê Larry Lynch, bo çapemeniyê ragihand ku 200 xanî bi temamî şewitîne û weha dewam kir:
“Di dema mudaxeleya bi agir re, kêmasiya avê hebû û bû sedem ku agir dereng hat vemirandin lê ti kes ji canê xwe nebû.”
Nişteciyên di xaniyan de ji dil û can xwestin ku eşyayên xwe ji ber agir rizgar bikin ku di dîmenan de aşkera xuya dike.
Bo sedema destpêka gir ji aliyê polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin.