TR KU SO
FB X
Cîhan

25 hezar misilman derketin dûaya koronayê!..

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2020 18:49

PeyamaKurd – Li Welatê Bangladeşê ji bo rê li ber girtina nexweşîna covid19 vîrusa koronayê merasîmeke bi beşdariya deh hezaran hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku bi 25 hezar misilman li meydaneke Bangladeşê kom bûne û bernameyeke ‘dûaya koronavîrusê’ li dar xistine.

Herwiha di wê merasîma girseyî de ‘Xitmeya Şîfayê’ ya ji Qûranê û hinek ayet xwendine da ku wan ji vîrusa koronayê biparêze.

Li gorî doktor û zanyaran ev kiryara li Bangladeşê pêk hatiye nîşaneya felaketekê ye ku ji xwe vîrus bêhtir li nav qelebalixan bilez belav dibe.

Parve bike: