TR KU SO
FB X
Cîhan

25 kesan can da û hejmara pêketiyên nû jî daket bin hezarî

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2020 01:02

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, amarên dawî yên bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên vîrusa koronayê eşkere kir.

Tirkiye sibe 1ê Hezîranê tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê sist dike û bi vekirina kargehan û saziyên dewletê re, qonaxa duyem a asayîkirina jiyanê dest pê dike.

Li gorî amarên îro 31ê Gulanê hatine belavkirin, di encama 35 hezar û 600 testên hatine kirin de, 839 haletên nû yên pêketina koronayê hatine tomarkirin û 25 kesan jî di 24 saetên borî de ji nexweşiya Covid-19 can daye.

Heta niha hejmara tûşbûyên koronayê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 163 hezar û 942 kesan û 127 hezar û 973 kes jî baş bûne.

Parve bike: