25 sal ceza dan serokkomarê berê yê Kosovayê Haşim Thaçi
PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Kosovayê û fermandarê berê yê artêşa Rizgariya Kosovayê Haşim Thaçi, li Laheyê bi awayekî zîndanî di encama darazê de sûcdar hat dîtin.
Dadgehê 25 sal cezayê zîndanê dayê. Di encama heman darazê de 25 sal ceza dan Jakup Krasniqi, 18 sala ceza dan Kadri Veseli û 13 sal ceza dan Rexhep Selimi.
Daraziandina kesên navborî li Hollandayê li bajarê Laheyê bi salaye dewam dikin. Her 4 fermandar bi sedema “kesan ji azadiya wan bêpar hiştine”, “eziyet”, “îşkence” û “kuştina mirovan ya bi zanîn” sûcdar hatin dîtin.
Li Kosovayê li bajarê Piriştine û yên din, xelk li meydanan civiyan û di rêya ekranên mezin yên tv yan de darazê û xwendina encama darazê temaşe kirin. Di ragihandina encama darazê de xelk xemgîn bû.
Dozger ji her yek ji wan kesên navên wan li gorê hene re 45 sal ceza dixwesti lê encam weka daxwaza wî nebû.