Cîhan
250 hezar kes hatin kustin
PeyamaKurd- Li gor nûçeya rojnameya "The Wall Street Journal" ê li welatê Meksîkayê ji sala 2006an heya niha kuştinên ku hatine kirin û yên navbera çeteyên maddeyên hişbir, giha 250 hezar kesî. Ji wan 150 hezar jê yên çeteyên maddeyên hişbirfiroşane.
Di heman demê de 37 hezar û 400 kes wendane û ji wan agahî nayê sitendin. Texmîna kuştina wan tekirin. Rêjeyên di dest de nîşan didin ku jimara kuştina kesan zêde bûye. Kuştiyên îsalê li gor sala borî %18 zêde bûn.
Di demên vê paşiyê de gorên komkî balê dikşînin. Di meha êlûnê de 174 cenaze ji bin erdê hatin derxistin ku di nava wan de zarok jî hebûn.