Cîhan
3 dewlet bo dawîanîna serê Ermenistanê û Azerbeycanê dicivin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku Fransa, Amerîka û Rûsya wê xebatên xwe zêde bikin da şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê biqedînin.
Wezîrê Fransayê yê karên derve Le Drian û nûnerên Rûsya û Amerîkayê, wê roja duşema pêşiya me, li payîtexta Rûsya Moskovayê bicivin. Nehat ragihandin bê wê nûnerên Ermen û Azeriyan tevlî civînê bibin an na.