TR KU SO
FB X
Cîhan

3 dewlet Îranê ji êrîsên Aramcoyê berpirs girtin

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2019 04:27

PeyamaKurd- Fransa, Almanya û Brîtanya bi hevkarî beyaneka nivîskî dan ku ji êrîşên ser seha petrolê yên Aramco ya Erebistana Si’ûdiyê Îran berpirse. Beyan ji aliyê serokê Fransayê Macron, serokwezîra Almanyayê Merkel û serokwezîrê Brîtanyayê Boris de hat dayîn ku her sê bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî li New Yorkê ne. Di beyanê de weha gotin:

“Em êrîşa ser tesîsên li ser axa Erebistana Si’ûdiyê ya di 14 ê êlûna 2019an de şermezar dikin. Aşkeraye ku Îran berpirsê vê êrîşê ye. Şiroveyeka dinê ya maqûl jî tine ye. Bo hûrahiya lêkolîna ser mijarê em destekê didin lêkolînan. Ev êrîş rîskeka mezin ya şer afirandiye. Lê bi rêya dîplomasiyê divê herkes tevlî hevdîtinan bibe û di herêmê de aramî bê temînkirin û girîngiya hevdîtinan daye nîşandan.”

Di beyanê de Îran bo destpêkirina hevdîtinan tê dawetkirin da lihevkirin pêk were.

Parve bike: