Cîhan
3 girtî ji koronayê mirin û 176 girtî jî pê ketin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li girtîgeha Tacî ya Iraqê, 3 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, jiyana xwe ji dest dane û 176 kesên din jî li girtîgehê bi vîrusa korona ketine.
Rêxistina Nasandina Tawanên Şer li Iraqê ragihand, 3 girtiyên girtîgeha Tacî ya ku dikeve bakurê Iraqê, ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 176 girtiyên din jî bi vîrusa korona ketine.
Hat zanîn ku 3 girtiyên jiyana xe ji dest dane, xelkê bajarokê Felluce ne û navên wan Seidî Zamin Îsa, Elwan Nacî û Emced Haris Cewad Naf in.
Rêxistinê bal kişandiye ser karesateke mirovî ya mezin û daye zanîn, ew girtiyên nav girtîgehê ku bi vîrusa korona ketine hê jî di nav girtîgehê de dimînin û ti çareseriyek ji bo wan nehatiye kirin.