3 mosek li Herêma Kesk a li Bexdayê ketin
PeyamaKurd - Medyaya Iraqê belav kir ku 3 moşek li Herêma Kesk ya Bexda, ku avahîyên hikûmetê û mîsyonên dîplomatîk yên dewletan li wir in, ketin.
Li gor nûçeyên medyaya Iraqê ku xwe dispêrê çavkaniyên ewlekariyê, ti kes nehatiye kuştin.
Li Herêma Kesk, Balyozxaneya Amerîka jî heye. Piştî teqînê ji herêmê dengê sîrenê yê Balyozxaneya Amerîka hatiye û ew jî bi armanca agahdariyê bûye.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka di rojên borî de Fermandarê Îranê Qasim Silêmanî li Bexda bi operasyonekê kuştibû û piştî wê Îranê êrîş biribû ser du bingehên Amerîka yên li Iraqê. Herwiha milîsên şîe yên li Iraqê jî binkeyên Amerîka li Iraqê û Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê dikin armanc û moşekbaran dikin.
Ji wextê ragêşiya di navbera Iranê û Amerîkayê de herêma Kesk di amdebaşiyê de ye.