Cîhan
4,7 mîlyon Venezuelayî welatê xwe terk kirine
PeyamaKurd- Komîserê Bilind yê Neteweyên Hevgirtî Michelle Bachelet ragihand ku 4,7 mîlyon kes terka welatê xwe Venezuelayê kirine. Bachelet li baregeha Cenewreyê ya Neteweyên Hevgirtî de axifî û behsa mafên mirovan yên li Venezulayê kir. Bachelet weha got:
"Platforma Koçberan ya NH ya li Venezuelayê texmîn dike ku heya niha 4,7 mîlyon kes Venezuelayê terk kirine û ev reqem dê heya dawiya sala 2020an bibe 6,5 mîlyon kes.”
Bachelet got ku peymana di navbera NH û hukumeta Venezuelayê de hatiye îmzekirin wan kêfxweş dike û hukumet îznê daye ku bi peymanê re, NH li ser edalet, ewlekarî û li ser halê girtiyên di zîndanan de agahiyan bidin hev. Heya niha li zîndana di ser 70 kesan re hevpeyvînan kirine bi taybetî bi kesên di binçav de re.