TR KU SO
FB X
Cîhan

4 dewlet li Rojhilatê Derya Spî tetbîqata leskerî dikin

Admin H
Nivîskar
📅 26 tebax 2020 21:23

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Yunanistan, Qibris, Îtalya û Fransa dê li rojhilatlê Derya Spî tetbîqateke leşkerî birêve dibin.

Wezareta Berevaniyê ya Yunanistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ew dê li gel Qibris, îtalya û Fransayê tetbîqata hevbeş a leşkerî pêk bînin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê tetbîqata 4 welatan li başûrê Gîrîtê birêve biçe û 3 rojan berdewam bike.

Hêzên Çekdar ên Fransayê jî li ser mijarê da xuyakirin, ew dê bi 3 balafirên şer û keştiyên helîkopter tê de, beşdariyê bikin.

Hat ragihandin ku F-16ên Yunanistanê û balafirên Fransayê yên beşdarî tetbîqata hevbeş bibin, ji doh ve li Qibrisê bicih bûne.

Tetbîqata leşkerî ya 4 welatan piştî gefên Tirkiyê yên bo Rojavayê Derya Spî û lêgerînên hidrokarbonê tê kirin ku wekî bersivekê ye bo Tirkiyê.

Parve bike: