TR KU SO
FB X
Cîhan

4 wezîr ji Kovid-19 ê mirin

Admin M
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2021 04:59

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Zîmbabve heya niha 4 wezîr ji ber Kovid-19 ê wefat kirin. Lewra hukumeta Zîmbabveyê du hefteyên dinê jî sitendina tedbîrên tund dirêj kir.

Ragihandin biryara hukumetê ji aliyê cîgirê serokdewletê Constantino Chiwenga de hat ragihandin. Tedbîr dê heya 15 ê sibatê dewam bikin.

Li Zîmbabve wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn Joel Matiza, wezîrê zîraetê Perence Shiri, wezîrê karên hundir yê eyaleta Manicalandê Ellen Gwaradzimba û wezîrê karên derve Sibusiso Moyo bi sedema vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dabûn.

Parve bike: