Cîhan
5 DAISî hatin kustin, 2 polîsên iraqî birîndar bûn
PeyamaKurd – Êrîşên çekdarên DAIŞê li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane û sînorên parêzgahên Iraqê berdewam dikin. Herî dawî li devera Şareban ya parêzgeha Diyale 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ragihandiye ku derengiya şeva borî li rojhilatê parêzgeha Diyale çekdarên DAIŞê bi çekên qenas du polîsên Iraqî birîndar kirin.
Nîhad Mihemed daye xuyakirin ku hêzên dijî terorê yên Iraqê jî doh li deverên Şareban û Seidiye 5 çekdarên DAIŞê kuştin.