Cîhan
50 hezar kes bê xanî man
PeyamaKurd- Li welatê Bangladeşê li devera Mîrpûrê ya bi ser payîtext Dakkayê agir bi xaniyan ket û di encamê de 50 hezar kes bê xanî man. Li gor ragihandina BBC yê li taxa bi navê Çalantîka, bi sedema agir bi xaniyan ket, 15 hezar xanî nema bikêr tên. Di 15 hezar xaniyan de 50 hezar mirov dijiyan. Sedema ku agir zû belav bû ew e ku ser xaniyan ji maddeyên plastîk hatiye sergirtin.
Şewata taxê bi xebata 125 karmendên îtfaiyê, di 6 sietan de hat vemirîn. Rêvebirên herêmê ragihandin ku dê alîkariya kesên xaniyên wan şewitîne bikin.