TR KU SO
FB X
Cîhan

65 Leskerên afxanî di serekî bi Talîbanê ra hatin kustin

📅 25 adar 2019 17:19

PeyamaKurd - Rayedarên afxanî gotin duhî roja yekşemê di pevçûneke giran de de bi çekdarên Talîbanê ra, li navçeya Helmand a li başûrê welêt, bi dehan ji leşkerên afxanî hatin kuştin.

Ev êrîş berdewamîya êrîşên Talîbanê bû, ku di roja Şemiyê da destpê kiribûn li dijî hêza ewlehîya afxanî li devera Sangin ya bi nakok. Berdevkê hikûmeta afxanî li wê herêmê Omar Zwak ji medya amerîkî ra got ku di van êrîşan de bi dehan ji hêza ewlehîyê hatin kuştin, bê ku hûrbînîyan zelel bike.

Endamê perelmana afxanî Mihemed Haşim Alokozî ku ji Sangin bi xwe ye, got, ku bi kêmanî 65 kes bi ser hikûmetê ve nehatine kuştin ji nav wan 48 leşkerên hêza niştimanîya afxanî ne û 38 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Talîbanê jî êriş piştrast kir û got ku wan 2 baregehên ewlehîyê li Sangin kirin armanc ji xwe ra û 52 leşkerên afxanî kûrştine.

 

Parve bike: