Cîhan
Abdullah Gul ji bo namzetiyê biryara xwe da!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul di derbarê namzetbûna xwe ya ji bo hilbijartina Serokomariyê de biryara xwe da û got ku ez ji bo Serokomariyê, xwe wekî namzet nîşan nadim.
Piştî ku dîroka hilbijartina Serokomariya Tirkiyê eşkere bû, li ser namzetbûna Abdullah Gul gelek guftûgo hatin kirin. Di dawiyê de Abdullah Gul îro ji bo çapemeniya Tirkiyê daxuyaniyek da û got ku ez ji bo Serokomariyê nabim namzet. Jixwe xuya ye ku ji bo min qebûleke wilo berfireh jî çênebûye.
Raya giştî, gelekî hêvî dikir ku Abdullah Gul bibe namzet. Li ser vê yekê gelek nûçe û şîrove hatibûn kirin.