TR KU SO
FB X
Cîhan

Aboriya Tirkiyê tenê li gor Erdogan bas e!

📅 28 gulan 2018 02:31

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan dibêje, aboriya wan di warê mezinbûnê de li cîhanê yekemîn e û kes bi operasyonên li ser Lîreyê Tirkiyê nikare li wan bixe.

Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de li bajarê İspartayê axivî û got, Tirkiye di warê ewlekarî û aboriyê de çi pêwîst be dike û ji gel xwest ku dewletê radestî hosteyan bikin, ne şagirtan.

Amaje bi wê yekê jî kir ku aboriya Tirkiyê li cîhanê yekemîn e, lê di demên dawî de hin alî dixwazin bi nirxê Lîreyên Tirkî bilîzin da ku bandor li hikûmetê bikin. Got jî, kes nikare bi nirxê dolar li wan bixe û xwest dest ji wan tiştan vekişin.

Çend roj in nirxê Lîreya Tirkî li hember dolar dadikeve, vê yekê hişt ku Banka Navendî hin tevdîrên awarte bigire ber, da ku niha nirxê Lîreyê Tirkî li ser 4.70 yek Dolarî raweste.

Herwiha Erdogan duh jî li bajarê Erziromê di gotarekê de daxwaz ji welatiyên Tirkiyê kir, Dolar û Euroyên xwe bikin Lîreyê Tirkî.

Parve bike: