AFADê hisyariya baran û bobelatê da 72 bajaran
PeyamaKurd – Serokatiya Rêxistina Afet û rewşên lezgîn (AFAD) a Tirkiyê, hişyariya baran û bobelatê da 72 bajaran. Ji bo 41 bajaran hişyariya tûrûnc û ji bo 31 bajaran hişyariya zer da. Bajarên ku hişyariyê ji bo wan da, xwest ku tîmên AFADê her wext ji bo her rewşa nexweş amade bin.
AFADê xwest ku herkes ji bo lehiyê, brûskê, heza erdê, barîna teyrokê, qelibandina dîrekên elektrîkê, cemedê û rewşên weha amade bin û tedbîrên xwe bigrin.
Adana, Adıyaman, Afyonkarahisar, Antalya, Batman, Bayburt, Bilecik, Bingöl, Bolu, Burdur, Bursa, Denizli, Diyarbakır, Düzce, Elazığ, Erzincan, Erzurum, Giresun, Gümüşhane, Hakkari, Isparta, İstanbul, Mersin, Kahramanmaraş, Karabük, Karaman, Kayseri, Kırklareli, Kocaeli, Konya, Niğde, Rize, Sakarya, Sivas, Tekirdağ, Trabzon, Tunceli, Şanlıurfa, Şırnak, Yalova û Zonguldak ew bajarin ku AFADê hişyariye daye wan.
Ji van bajaran 13 bajar yên bakûrê Kurdistanê ne û di nav wan de bajarên hevpar jî hene.