Cîhan
Afganistan | 25 DAISîyên xwe radestî Talîbanê kiribûn hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Afganistanê 25 terorîstên DAIŞê yên xwe radestî rêveberiya Talîbanê kirin, piştre bi merc hatin berdan.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Nangarhanê, DAIŞîyên ku xwe radestî hêzên wan kirine, piştre bi awayekî merc hatine berdan.
Herwiha di daxuyaniyê hatiye gotin, ew dê ti carî destûrê nedin çalakiyên terorî yên DAIŞê û ji bo wan ne bexşîner bin.
Hêjayî gotinê ye, 31ê Cotmehê hatibû ragihandin ku li wîlayeta Nangarharê 65 DAIŞiyên ji eşîrên Kot û Batkotê bi navbeynkariya rûspiyên eşîran bo rêveberiya Talîbanê hatibûn radestkirin û niha jî ji wan 25 kes hatin azad kirin.