TR KU SO
FB X
Cîhan

Afganistan | Balafira 83 kes tê de bûn li herêma Talîbanê ketiye

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2020 19:58

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Afganîstanê balafireke rêwiyan ku 83 kes têde bûn ketiye xwar ku hîn derbarê mirî û birîndaran de daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Li gorî zanyariyan balafira bi tîpa Boeing li navçeya Deh Yak ya herêma Gazne bi dema herêmî li saet derdora 13:00an ket xwar.

Hat ragihandin ku di balafira ku 83 rêwî tê de bûn li herêma di bin kontrola Talîbanê de ketiye xwar.

Parve bike: