TR KU SO
FB X
Cîhan

Afganistanê ji bo desteserkirina Esref Xenî serî li Interpolê da

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2021 22:25

PeyamaKurd – Ji serokê berê yê Afganistanê Eşref Xenî ku piştî ketina Kabûlê ya Talêbanê terka welat dabû, li ser navê Afganistanê serlêdana desteserkirinê li Polîsê Navdewletî (Interpol) hat kirin.

Hat ragihandin ku serlêdan ji aliyê balyozxaneya Afganistanê ya Tacikistanê ve hatiye kirin û ji bilî Xenî desteserkirina kesên nêzîkî wî yên wekî Hamdullah Muhîb û Fazl Muhammed Fazlî jî serlêdan hatiye kirin.

Li aliyê din tê gotin ku yekem balyozxaneya derve ya Afganistanê ya ku xwe li gorî rêveberiya Talîbanê saz kiriye Balyozxaneya Afganistan a Tacikistanê ye.

Parve bike: