TR KU SO
FB X
Cîhan

AFP: Wê Erdogan ji bo navbeynkariyê bi Pûtîn re bicive

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2022 23:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hefteya bê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Astana ya paytexta Kazaxistanê li ser mijara hevdîtinên agirbestê yên ligel Ukraynayê dicivin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji medya rûsî re ragihandiye, Moskow ji bo danûstandinên ligel welatên rojava vekirî ye, lê heta niha wan pêşniyareke cidî ya danûstandinan wernegirtiye.

Lavrov bal kişand ser hevdîtina hefteya bê ya Erdogan û Pûtîn û got, derfet ji Erdogan re çêdibe di serdana vê hefteyê ya Kazaxistanê de ji Putin re pêşniyar bike ku danûstandin ligel Ukraynayê werin kirin.

Li gorî nûçeya AFPê berpirsekî hikûmeta Tirkiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike gotiye, roja Pêncşemê li Astana ya paytexta Kazaxistanê Erdogan ligel Putin dicive û mijara danûnastandinên agirbesta Ukrayna-Rûsya gotûbêj dikin.

Parve bike: