Cîhan
Afxanistan aram nabe: 27 kustî
Li Afxanistanê du êrîş pêkhatin. Di êrîşeka li payîtext Kabîlê 10 kes û li bajarê Taharê 17 kesên ewlekariyê hatin kuştin.
Êrîşeka bombeyî li Kabîlê, li herêma Musalla-î Mazarî çêbû û ji 10 kesan zêdetir mirov mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Şahid hene ku dibêjin êrîş ya xwekujiyê ye. Êrîş di dema ayînekê de pêkhatiye û heya niha kes negirtiye ser xwe.
Êrîşa dinê li bajarê Taharê çêbû û Talîbanê êrîş bir ser qereqolê û di encamê de 17 hêzên asayîşê hatin kuştin. 10 ji wan polîsin û 7 ji wan leşkerin. Êrîşa ser qereqolê ji çar aliyan de hatiye kirin.
Li gor ragihandina Talîbanê 30 kes hatine kuştin.