TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi balafirgeha leskerî ya Musenayê ket

Admin M
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2021 04:21

PeyamaKurd – Agir bi balafirgeha leşkerî ya Musenayê ya li Bexdayê ket. Musena li navenda Bexdayê ye. Li gor ragihandina rêvebiriya parastina sîvîl ya Iraqê, bê ku şewat zêde û fireh bibe, agir vemirandine. Agir nêzî konteynira ku fuze û muhîmmat tê de ne, li nêzî konteynira alavên elektrîkê tê de ne, derketiye.

Berya agir bigihê konteynira fuze û muhîmmatan hatiye vemirandin û di şewatê de ti zerara canî nebûye. Sedema şewatê nehat zanîn lê di van rojan de hewa li Bexdayê zahf germe û dibe ji germe çêbûbe.

Parve bike: