Agir bi çiyayê Qazan ket û nêzî jîngehan bûye
PeyamaKurd – Li Anedolê li herêma Egeyê rêzeçiyayên bi navê Qazan ku li seranserê Tirkiyê okjîjena wê deverê ya herî zêde ye, agir bi darisnanên çam û zeytûnan ketiye û firehbûna şewatê gihaye sînorê jîngehan.
Ji bo vemirandina agir, ji hewa û bejayiyê de xebat dewam dikin. Darên zeytûn û çaman ew cûre darin ku ji bo şewata zû yên herî baş in. Dema agir bi wan dikeve nema mirov dikare bigihê leza vemirandina şewata gir.
Şewat, li bajarê Balikesirê li navça Edremitê li tax/gundê Fatihê di qûntara çiyayê Qazan de destpêkir. Leza bayê poyrazê di seetê de digihê 65-70 km yan.
Tîmên vemirandina agir yên rêvebiriya daristanan û hem îtfaiye ji bejayiyê de û helikopter jî ji jor de dixebitin da agir vemirînin.
Tîmên cendirmeyan dixebitin da bizanibin bê şewat ji ber çi destpêkiriye û tê de qesda bi zanîn heye an na. Ji ber şewat ji darên zeytûnan destpêkiriye ew jî gumanekiye.