TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi Enstituya Lêkolînên Bergiriyê ya li Moskovayê ket û 8 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 hezîran 2024 01:37

PeyamaKurd -  Agir bi Enstituya Lêkolînên Bergiriyê ya li Moskovayê ya bi navê Platanê ket û 8 kes mirin. 6 kes ji wan di nav agir de şewitîn û 2 kes ji wan xwe ji apartmanê avêtin jêr û mirin.

Di şewatê de kesekî birîndar bû û ji 120 kesan zêdetir ji dûmanê bandora xwe girtin. Şewat di avahiya 8 qatî de çêbû û belaveyê 4500 m2 yî bû.

Di avahiyê de ji bo sanayiya bergiriya Rûsyayê hilberîna perçên elektronîk têkirin. Her weha di Enstituyê de bi taybetî ji bo artêşa Rûsyayê xebatên AR-GE tênkirin.

Weke sedema şewatê bêhtir li ser teqîna tupa xazê û qaçaxa elektrîkê radiwestin.

Parve bike: