Cîhan
Agir bi girtîgeheke Tirkiyê ket
PeyamaKurd – Li bajarê Kutahya yê Tirkiyê agir bi beşeke girtîgehê ku 26 mehkûm tê de bûn ket.
Hat ragihandin ku îro 23yê Cotmehê dûxan ji ser Girtîgeha Kutahya ya Cureya E rabûye û piştre hatiye hînbûn ku beşa girtîgehê ya 26 mehkûm tê de bûn agir pê ketiye.
Derbarê sedema derketina agir de ti zanyarî nehatin belavkirin, lê hat diyarkirin ku piştî agirpêketinê agirkuj û tîmên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê û agir hatiye vemirandan.
Hat diyarkirin ku di encama şewata girtîgehê de ti birîndar û windayên canî çênebûne.