Cîhan
Agir bi lastîkên balafirê ket: 12 birîndar
PeyamaKurd- Balafira şîrketeka Rûsyayê ya rêwiyan ji Vîetnamê, ji bajarê Cam Rahnê dihat bajarê Rûsyayê yê bi navê Bernaulê. Di balafirê de 361 rêwî û 10 wezîfedar hebûn. Balafir berya xwe deyne balafirgehê, xwest temamê alavên xwe veke ku lastikên balafirê jî di navde bûn. Dema alavên xwe vekir, agir bi alavan ket.
Balafir li dora 21.00 ê şevê xwe danî balafirgehê û tîmên îtfaiyê bo vemirandina agir hatin sewqkirin bo ciyê balafirê. Di encamê de 12 kesên di balafirê de birîndar bûn. Agirê balafirê ji aliyê tîmên îtfaiyê de hat vemirandin.