TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi nexwesxanê ket û 10 nexwesên Kovidê mirin

Admin M
Nivîskar
📅 06 mijdar 2021 22:28

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Maharaştra li bajarê Ahmednagarê li nexweşxaneyekî di beşa ku nexweşên Kovid-19 ê tê de dihatin dermankirin şewat derket û di encamê de 10 kes mirin. Agir li gor wextê Hindistanê siet di 11.00 an de derket.

Di şewatê de nexweşekî birîndar bû û 6 nexweşan şandin nexweşxanên dinê. Serokwezîrê Maharaştrayê  Uddhav Thackeray ragihand ku li ser derketina şewatê fermana lêpirsînê daye.

Parve bike: