TR KU SO
FB X
Cîhan

Agirbesta Amerîka û Îranê têk çû: Herdu aliyan jî êrîş kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 hezîran 2026 09:36

PeyamaKurd - Piştî peymana agirbestê ya navbera Amerîka-Îranê, cara yekem e ku li herêmê şerekî rasterast û piralî di navbera Amerîka (DYA) û Îranê de derdike. Alozî piştî êrişeke li ser keştiyeke bazirganî ya li Tengava Hurmizê dest pê kir û veguherî bersivdayîna leşkerî ya herdu welatan.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafirên wan ên şer wekî tolhildanê li hundirê axa Îranê navendên fuzeyan, depoyên balafirên bêpîlot (drone) û tesîsên radarê yên li ser peravan bomberan kirine.

CENTCOMê diyar kir ku ev êrîş piştî wê yekê hatiye ku Îranê di 25ê Hezîranê de bi 4 dronên kamikaze êrîşî keştiya bazirganî ya bi ala Sîngapûrê "M/V Ever Lovely" kiribû. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî êrîşê ragihand ku ev pêngava Îranê binpêkirina peymana agirbestê ye.

Medya Îranê jî eşkere kir ku li bajarê Sîrîkê yê ser bi parêzgeha Hurmizganê (başûrê Îranê) dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.

Li aliyê din Artêşa Pasdaran a Îranê jî di televîzyona dewletê de ragihand ku wan wekî bersiv baregehên DYAyê yên li herêma Kendavê bi moşekan kirine armanc. Sapuya Pasdaran, Washington bi binpêkirina şertên rêkeftinê û bicihneanîna sozên xwe tawanbar kir û ev hişyarî da: "Eger ev êrîşkarî dubare bibe, bersiva me ya din dê hîn berfirehtir û dijwartir be."

Parve bike: