Agnes Callamard: Xeyalên min sikestin
PeyamaKurd- Raportora Neteweyên Hevgirtî ya bo înfazên keyfî û bê darizandin, Agnes Callamard, bo lêpirsîna kuştina rojanmevanê Erebistana Si’ûdî Cemal Kaşıkçı hatibû Îstenbolê da agahiyan di derbarê bûyerê de bidestbixe.
Callamard û heyeta pêre dê raportekî amade bikin da di civîna hezîranê ya Neteweyên Hevgirtî de pêşkêşî civîna komisyona mafên mirovan bikin. Heyet bi dozgerê dozê re, bi hevalên Kaşıkçı û îro jî bi destgirtiya Kaşıkçı bi Hatice Cengiz re li otêlekî hevdîtinê kir. Callamara weha got:
“Bo lêpirsînê ew agahiyên ku me dixwest, me bidest nexist û xeyalên me şikestin. Me xwest em daxilî lêpirsînê bibin. Hêviya me heye ku rêvebir sozên xwe bînin cî û belgeyên lêpirsîna polîs bidin me. Em heya niha ji meşa lêpirsînê razîne.”
Heyet heya 2 yê sibatê dê li Tirkiyê be û di heyetê de; Agnes Callamard, parêzera Îngîlîz Helena Kennedy, serokê berê yê akademiya tiba edlî ya dinyayê ku hem mudirê zankoya Coimbra ya fakulte ya tibê ye, Prof. Dr. Duarte Nuno Vieira hene.