Ahmedinejad Qasim Suleymanî tehdîd kir
Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ahmedinejad, ji ber ku cîgirê wî yê kevin yê dema serokkomariya wî Hemîd Bakayî bi tohmeta ku “bêûsûliyê kiriye”, hatiye cezakirin û Qasim Suleymanî di vê mijarê de bêdeng maye, tehdîd kir.
Ahmedînejad di tehdîda xwe got ku wê pêwendiyên navbera xwe û Qasim Suleymanî yên di warê îş de aşkera bike.
Ahmedinejad, di malpera înternetê ya bi navê "dolatebahar" de nameyeka xwe belav kir û di nameyê de generalê Îranî Qasim Suleymanî, di mijara Bakayî de bi “bêdengiyê” sûcdar kir.
Bakayî niha di zîndanê de ye û di derbarê wî de gelek sûc hene ku tê gotin. Berya bê girtin, di ser hesabê xwe de gelek belgeyan weşandibû. Sûcdarkirina dadgehê bo Bakayî yek ji wan weha bû:
“Artêşa Parastina Şorişê ya Îranê 3.5 mîlyon ewro pere dayê Bakayî da li serokên hinek welatên Afrîkayê belav bike lê Bakayî wan pereyên hanê ji xwe re hildaye.”
Bakayî jî di îfadê xwe de ragihandibû ku pere ji kesî nesitendiye. Di ser de nameyekî ji general Qasim Suleymaniyê ku fermandarê hêza Qudsê ye re şandiye û tê de gotiye da beyan bike ku pereyeke weha jê re nehatiye dayîn.
Artêşa Parêzvanên Şorişa Îranê beyanek dabû çapemeniyê û tê de gotibû ku ti nameyeke weha ji aliyê cîgirê serokkomarê berê Bakayî de nehatiye şandin.
Hemîd Bakayî di encama dadgehkirinê de bi 15 salên cezayê zîndanê û 80 qamçiyên lêdanê hatibû cezakirin.