Ajansa Tasnîmê hevdîtina Eraqcî û Witkoff rexne kir
PeyamaKurd - Ajansa nîv-fermî ya Îranê Tasnimê bertek nîşanî hevdîtina di navbera Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî û Nûnerê Taybet ê DYAê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff da ku li New Yorkê pêk hatibû.
Tevî ku hat ragihandin hevdîtin bi navbeynkariya Qeterê pêk hatiye û Witkoff di vê mijarê de bi ser ketiye, ajansa Tasnimê ev hincet wekî "zarokane û kenokî" bi nav kir û got ku daxwaza aliyê Amerîkî bi serê xwe têrê nake ku Arakçî vê qebûl bike.
Tasnimê diyar kir ku biryargehên biryardanê yên li Îranê hişyariya neketina nava van temasên bi vî rengî dabûn û ev hevdîtin wekî "li dijî berjewendiyên neteweyî" binav kir.
Ajansê da xuyakirin ku di demekê de ku DYA zext û dorpêçên xwe yên deryayî li ser Îranê zêde dike, ev hevdîtin peyameke neyînî dide û dibe sedema wê yekê ku Amerîka bibe xwedî derfet.
Ji ber vê yekê, Tasnimê xwest ku Arakçî daxuyaniyekê bide raya giştî û lêborînê bixwaze.