TR KU SO
FB X
Cîhan

Akar: Me li dijî rejîmê Operasyona Biharê daye destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 adar 2020 23:27

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser şer û pevçûnên li Idlibê ragihand, “Niyeteke me ya ku em û Rûsya li Idlibê rûbirûyî hev bibin nîne.”

Akar got ku ew dê di çarçoveya xweparastina rewa de bersivê bidin her êrîşeke dijî xalên wan ên çavdêriyê û wiha axivî:

“Niyeteke me ya ku em û Rûsya li Idlibê rûbirûyî hev bibin nîne. Niyeta me ew e ku rejîm dawiyê li êrîşên xwe bîne û rê li ber radîkaliyê û koçberiyê bê girtin.”

Herwiha Akar ragihand ku wan navê êrîşa ser rejîma Sûriyê ya piştî kuştina 36 leşkerên wan wekî Operasyona Biharê daniye û niha jî bi awayekî serkeftî berdewam dikin.

Parve bike: