Cîhan
Akar: Navenda Hevbes hefteya bê dest bi kar dike
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, li serdana xwe ya Rihayê ragihand ku dê Navenda Kordînasyona Hevbeş a ligel Amerîkayê bo sînorê Rojavayê Kurdistanê hefteya dahatû bi kapasîteya tam dest bi kar bike.
Akar wiha axivî: “Dê Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş û Hevgirtî hefteya pêşiya me bi kapasîteya tam dest bi kar bike” û diyar kir ku ajendaya di navbera wan û amerîkiyan de hatiye danîn heta niha bi rêk û pêk tê bicihanîn.
Hulusî Akar da zanîn ku ew li bendê ne ajenda wisa berdewam bike û got, "Em ji nêzîk ve dişopînin. Ji bo me ti raveya ku hevpeymanên me bi YPGê re hevkariyê dikin nîne. Em li bendê ne kêlî berê kêliyê ev bidawî were.”