Cîhan
AKP bertekê nîsanî Hoffman da
PeyamaKurd- Berdevkê AKP ê Omer Çelik bi sedema gotinên berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê Hoffman ku gotibû dê li Sûriyê perê petrolê bo HSD ê be da piştgiriya wan bike, nerazîbûneka tund nîşan da û got:
“Ew çavkaniyên ku aîdê xelkê Sûriyê ne, li ser wan heqên neqanûnî daxwaz dikin.”
Çelik ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û got ku rêxistinên terorê dest danîne ser çavkaniyên xelkê Sûriyê û weha dewam kir:
“Hinek kes wisa xuya dikin ku bi biryarin temamên destkeftiyên dîroka demokrasiyê xerab bikin. Hinek çavkaniyên bêdeng li ser petrola Sûriyê her roj beyanan didin. Dibêjin wê petrola Sûriyê bidin HSDê. Kesên veya bikin, ev tê vateya ku li dijî xelkê Sûriyê bi terorê ne.”