TR KU SO
FB X
Cîhan

Aliyev û Putin, li payîtexta Kirgizîstanê li bajarê Biskekê civiyan

Admin M
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2023 02:18

PeyamaKurd – Serokê dewleta Azerbeycanê Îlham Aliyev û serokê Rûsyayê Vladimir Putin li payîtexta Kirgizîstanê li Bişkekê hatin cem hev. Aliyev ji bo tevlî civîna Civaka Dewletên Serbixwe bibe li Bişkekê dest bi xebatên xwe kir. Di hevdîtinê de serokê Rûsyayê Putin got ku bi dîtina Aliyev kêfxweşe û weha got:

“Em herî dawiyê di rêya telefonê de axifîbûn. Helbet li vê derê pirsgirêka yekem mijara Qerebaxêye. Mijarên din jî têra me hene ku em li serê biaxifin.”

Putin ji Aliyev re pêşniyar kir ku rû bi rû, fireh li ser miajaran biaxifin û weha got:

“Ewilî em dikarin fikrên hemkarên xwe guhdarî bikin. Paşî em rû bi rû biaxifin. Mijarên xesas jî di nav de, em li ser temamê mijaran biaxifin.”

Aliyev jî ragihand ku ew kêfxweşe bi Putin re hatiye cem hev û weha got:

“Weka we jî got, di demên dawiyê de em diaxifîn. Ciyê dilxweşiyê ye ku di seredana Kirgizîstanê de hun dikarin wextê xwe bo min veqetînin. Esas gelek pirsgirêk hene. Daxwaza we gelek mantiqiye. Em ê bi hemkarên xwe re li ser têkiliyên duqolî biaxifin. Lê gelek mijar hene em li ser wan biaxifin. Encama îsalê, ciroya bazirganiyê, hevkariya endustriyê, hevkariya gihandinê gelek başin. Gelek proje hene. Piştî van, em ê behsa mijarên herêmê û ewlehiyê bikin. Ji bo hevdîtinê car din sipasiya we dikim."

Parve bike: