TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya: Em amade ne kestiyên ser bisînin Behra Res

Admin M
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2019 05:00

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanya Mihael Zilberth ragihand ku ew amade ne keştiyên şer bişînin Buhira Kerç ê ya di bin desthilatiya Rûsya û Behra Reş. Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Anatoli Petrenko û wezîrê karên derve yê Almanya li payîtext Kîevê hatin cem hev. Di heyeta Almanya de sekreterê giştî yê hêzên artêşa Almanyayê Tomas Zilberth jî hebû.

Heyeta Almanya weha ragihand: “Em amade ne keştiyên şer yên bi ser Bundeswehrê (Hêzên Çekdar yên Almanya) ve bişînin Behra Reş û Behra Azakê.”

Ûkrayna ji kengê de ye dixwaze bikeve Yekîtiya Awrûpayê lê Rûsya li berê astengekî mezin e. Mehek berê Rûsya li Buhira Kerçê dest danîbû ser 3 keştiyên Ûkraynayê û wezîfedarên keştiyan kiribû zîndanê û niha jî di zîndanê de ne.

Parve bike: