Almanya hejmareke din ji koçberên Komkujiya Êzidiyan werdigire
PeyamaKurd - Li parêzgeha Sttutgart a Almanyayê bi boneya 5mîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê, merasîmek hat lidarxistin. Li gorî zanyariyan Hikûmeta Almanyayê biryar daye hejmareke din a Kurdên Êzidî werbigire.
Di merasîma Komkujiya Êzidiyan de keça Kurd a Êzidî ku Xelata Nobela Aştiyê wergirtibû û Balyoza Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ji televizyona Rûdawê re ragihandiye ku piştî 5 sal ji êrişên li ser Şingalê û komkujkirina Kurdên Êzidî, heta niha jî Kurdên Êzidî nekarîne vegerin ser cih û warên xwe û Şingal jî nehatiye avadankirin.
Herêma Baden-Wurttemberg yekem herêm bû li Almanyayê ku hezar û 100 jin û keçên Kurdên Êzidî wergirt. Niha li wê herêmê jî hewl tê dayîn komkujkirina Kurdên Êzidî weke cînosayd bê naskirin û Şingal bê avadankirin.
KESÊN KU PÊDIVÎYA WAN BI ALÎKARIYÊ HEYE DÊ BÊN WERGIRTIN
Di merasîma bibîranîna qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî de, wezîreke hikûmetê li herêma Baden-Württemberg got ku her li destpêkê wan gotiye ew komkujkirina bi ser Kurdên Êzidî de hatiye kirin jenosîd e û diyar kir ku 3yê Tebaxê roja destpêka komkujkirin û jenosîda li dijî Kurdên Êzidî ye.
Wezîra Alman eşkere kir ku partiya wan hewl dide ew komkujî weke jenosîd bê naskirin û got, niha ya girîng ew e ku hêsankarî bo Êzidiyan bê kirin ku vegerin Şingalê û divê asayîşa xelkê Şingalê bê misogerkirin.
Heta niha 100 hezar Kurdên Êzidî ji bo çûyîna bo Almanya berê wan li wî welatî ye. Hikûmeta Almanyayê jî biryar daye ew kesên ku li kampên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijîn û pêdiviya wan bi alîkariyê heye wergire bo Almanyayê.
'DIVÊ PROSEYA AVADANKIRINA ŞINGALÊ BI BALDARÎ BÊ ŞOPANDIN'
Serokê Partiya Sosyal Demokrat li merasîmê diyar kir ku niha girîngtîrin erkê li ser wan misogerkirina avadankirina Şingalê ye û wiha axivî:
“Hikûmeta Almanyayê ji bo wê armancê gelek mekanîzma terxan kirine. Lêbelê mixabin heta niha negihiştine armanca xwe. Ji ber hindê yekem tişt û girîngtirîn tişt ew e ku divê heyama avadankirinê bi baldarî bê şopandin ku ew pereye bigihije cihê xwe, ev jî avadankirina Şingalê ye.”