TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya, Îtalya û Fransayê cezakirina Tirkiyê xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2020 16:30

PeyamaKurd – Her sê welatên Ewropayê, Almanya, Îtalya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş bi sedema ku Tirkiye destwerdana Libyayê dike û çekan dişîne banga cezakirina Tirkiyê kirin.

Her sê welatên Yekîtiya Ewropayê Îtalya, Almanya û Fransa dane xuyakirin ku ew ji ber destêwerdana Lîbyayê ji aliyê Tirkiyê ve nîgeran in.

Fransa, Îtalya û Almanya daxwaz ji welatên hevkarên şerê li Lîbyayê kirin, destêwerdana karûbarê nawxwe yê Lîbyayê nekin û rêzê li biryara qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê bigirin û pabendî biryaran Konseya Ewlekariya Navdewletî bibin.

Her sê welatan daxwaz kirin ku ew welatên çekan dişinin Lîbyayê werin cezakirin.

Fransa, Almanya û Îtalya Tirkiyê bi şandina çek û teqemeniyan bi çekdarên li Lîbyayê tohmetbar dikin.

Parve bike: