Cîhan
Almanya li dijî êrîşan, bi drone û mertalên sabotajan dê ciyên stratejik biparêze
PeyamaKurd – Li welatê Almanya di nava salê de bi sed caran êrîşên dronî û sîberî çûne ser ciyên stratejik yên weka balafirgeh û sehayên enerjiyê û sehayên leşkerî yên Almanya.
Li ser van êrîşan hukumeta Almanya biryarê da ku ciyên navborî yên stratekîk bên parastin. Almanya li ser êrîşan wê ciyên stratejik li hemberê êrîşan, bi drone û mertalên li dijî sabotajan biparêze.
Hukumeta Almanya ji bo sehayên enerjiyê, balafirgeh, sehayên leşkerî û stratejik ji êrîşan biparêze, tedbîran distîne. Wê Almanya di rêya drone û mertalên bergiriya li sabotajan, bi Îsraîlê re bi hevkarî bixebite.
Plan, ji aliyê wezareta karên navxwe yê Almanya de hatiye amadekirin û dê di wextekî kurt de mijarê bibin encumena wezîran ya federal ya Almanya.